Ser û pay canê min jan û şewat in Tenê ar û birûsk ber ve mi hatin Ji bîr nakim ku mala min dişewtî Birên ender firîgên xwa dipatin *ji kurdên xorasanê...
Xerîb û dest wi berda, dil bişûnda Berê min rû li dil, dil li çiyê ha Dinalim, bang dikim, digrîm, nizanim Xicawa min li paş kîjan çiyê ma *ji kurdên xorasanê...
Dil û dengê te li nav êr dibînim Du çavên te ji heynê têr dibînim Kezeb-çavê mi jî mîna te xwîn in Hema ez kurmê dêr ji dêr dibînim *ji kurdên xorasanê...
Çiqes (Behmen) dilê min da hene hîn Çiqes (Lê yarê) li gewrî te ne hîn Veger (Gulnar)! veger! aşiq bimênî Veger (Xêwe-Bixara) yên me ne hîn *ji kurdên xorasanê...
Terim paşe royê, berve şevên reş Mi qurbet kin! bibaxşînin! Royên xweş! Terim ta dû te ra kes min nebîne Nebînin çavê min jî va royên reş *ji kurdên xorasanê...
Nebînim te ji giştan xwariye têr Diya heft lawê ji lawan nedî xêr! Titûna qussê min çavê te şewtand Dil û destê te emma germ nekir êr *ji kurdên xorasanê...
Ocaxên mala me hîn wi elaw in Biroşên ser wi ar, tiji pelaw in Xewê vî xelka her şev tiji xewn e Xiyalên xelkê hespê bê celaw in *ji kurdên xorasanê...