Ezê çawa li xwe dînim îro Bêjim seyda wî ji nav me barkir Raste bûyer yasa xurist ber b`ro Bes dabêjim, seydayêm xwe parkir Ne min kin-dirêj.. seydayêm Tîrêj Seyda Tîrêj tucar namre l`dila Dema tarî rawest Tîrê...
şevê gişî ez bi te re raketim nêzîkî derya, li ser giravê. Kûvî û evînok bû tu di guhertina nav bijokiyê û xewê de, di guhertina nav agir û avê de. Belkû xewnên me dereng, gelekî dereng dibûn yek, bilind li ser...
Min pencereyek heye li ser dîwarekî nihênî. Li pişt dîwarî hewşeke reş heye, tê de hindek bilbil di qefesa reş de stranan dibêjin. Ez jiyana xwe bêhtir li ber wê pencereya nihênî dibim serî, pencereyeke ku dika...
Rojekê Ezê bêm, û peyamekê bênim. Li rehan, ezê ronahiyê birêjim. Û ezê deng vedim: hûn ey selikên we tije xewn! min sêv anîn, sêvên sor ên hetavê. Ezê bêm, yasemînê bi parsek bidim. Jineke delal a cuzamî, guha...
Spêdeyek bi reftariya xwe ve.. Dibe mêvan li ber qentera jiyana min. Pirpirîka li ser belgên xewna min difirîne, difirîne.. sefer ji bo çerxê nezana.. barê axîna li ser mijûlankan da hat, h a t. çav man di bin ...
diçim westiyayî û zenûn û dilbizar ber bi hêlîna xwe ya wêrane welleh ji bajarê we dibim dilê xwe yî bengî û dîwane dibim heta wê menzîla dûr da bişom ji rengê gunehê ji hemû arezûyên nelicî û beyhûde da bişom ...
hemû hebûna min ayeteke tarî ye mîna ku te di hundurê xwe de dubare bike ber bi dembeyaniyên bişkivîn û şînbûnên bêdawî ve min axîn kişandiye, ax min di vê ayetê de tu bi dar û av û êgir ve fitrûm kiriye dibe k...
Daket"me nexweşxanê çi term û cendekin ev ! Nasax û mirî, dêmin ziwa, zindane,yan şev? Pisporekî ronakê divêt, saz bike kembax, Tixtorekî jêhatî bihindur, çi şekir lev ! Destê xwe bidit jan û birînan, bibe melh...
çav reşê bejna zirav ger carekî bêt pencera Bireşîn cerg û hinavan hin ji tîrên çepera Wan çi pêşwazî dikim xweş, didme ber sing û bera çend dikarê kulbikê can, pê xweşim j`wan dilbera Singe min tîrgeh ji bo ya...
Tu nîşana me bû seydayê Tîrêj Tu sitêra me bû tu bû gelawêj Belê seyda te em dane kul û xem Tu dîwana me bû tu bû serecem Tu bû ê ko te germî pir dida me Bi me xweşkir te ev kar û keda me Te barê me girantir ki...
Gerdena nazik ji rîhanê ne de ber pencerê Bejn û bala tey tenik tirsim belak jê re derê Zilf û xalan tu veşêre ebrû çavan ber ne de Nabî kes vana bi bînî û li wana bi nerê Porê zer sor û dirêj qet min ne vêt ba...