Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
EDEBİYAT ARŞİVİ

Şiirler

Duygulara dokunan şiirleri ve şairleri keşfet.

KATEGORİLER

Şiir Kategorileri

38 kategori
ŞİİR ARŞİVİ

En Yeni Şiirler

2.586 kayıt
✒
Helbest

Şair Hene

✒ Receb Dildar

şair hene Xwedayî ne, bi dû dil û eşqa Feqî ketine şair hene dinyevî ne, bi dû bertîl û pereyan ketine şair hene zîndanî ne, şopên brînên celadan vedişêr in şair hene navmalî ne, li ser dikên mîran piling û şêr...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Sorgul

✒ Receb Dildar

Tu ne xewn î, ne xeyal î Bi şev bi roj, te nabînim. Tu kanîkî pirr zelal î Tî digerim, te nabînim. Dilopek li ser pelan î Ji nav mehan tu gulan î Dema havînê tu zozan î Dil dikele, te nabînim. Ne pirr nêzik ne ...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Rengê Şevê

✒ Receb Dildar

Gava Siya şevê Dikeve ser bajarê min, Tariyeke cangiran çarlep xwe diavêje Dilê dê û bavan. Dem li xwe dilukume, Di janê de asê dimîne. Min jî dixwest, Bi dengên dîlberên nazenîn şahiyên xemrevîn li dar xim. Lê...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Li Hêvîyan Digerim

✒ Receb Dildar

Demek sekinî Welatek xerabe û Bi dilekî şewat Li te dinerim. Di ezmanên sayî de Li ewran digerim, Ez nizanim Tu bêje Wê kîja baran bitefîne Agirê dilê min. Demek sekinî Welatek xerabe U Bi dilekî sewat Li te di...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Kewê Canê

✒ Receb Dildar

Kewê Canê Bi çavên kelogirî li min mêze neke Birîna qalikgirtî dîsa li dil teze neke Nêrînên te ne, min mest û serxweş dikin Nêrînên te ne, min belengaz û nexweş dikin Nêrînên te ne, min di nav deryayek e bêbin...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Hêja Birîna Min Germ e

✒ Receb Dildar

Hêja birîna min germ e Cixareyekê bipêçe, Di nava dûmana wê de Xeyalan bibezînim, Ji bo vî canê jihevketî Di quncikê dilê xwe de Ava jiyanê bicivînim. çavxezala min jî ne li vir e ku Bi çirîskên çavên wê Birîna...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Gula Dema Biharê

✒ Receb Dildar

Min Got, gula pir delal Got ez keça Kurda me Min got cana şîrhelal Got şepala şêra me Min got nazik beybûn î Ziman xweş û şîrîn î Di nav dil de birîn î Got evîna merda me Min got canê, dilzarê Gula dema biharê,...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Emrê Çûyî

✒ Receb Dildar

Bihara xweş eşqa dil bû Jîngeha min hemû gul bû Serê yarê li ser mil bû Emrê ciwan venagere Sînga yarê kelegerm bû Hêlîna can gelek nerm bû Ne heya bû ne jî şerm bû Emrê çûyî venagere Siwar nabim hespa qemer ça...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Bikene

✒ Receb Dildar

Bi kenên te Gul vedibin Li rûyê nazenîn. Bi kenên te Evîn diweşe Ji lêvên hungivîn. Bikene Bi kenên te, dem pir xweş e Jiyan, bi kenên te dimeşe. Herdû çavên te yên sîn Du çemên hênik in Li ser dilê’m diherikin...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Bijî Newroz e

✒ Receb Dildar

Berî Nusêbînê Dûxanên bilind xuyakirin Dikirin kêf û şayî Li nav ezmanên sayî çavan li hev dişkandin Silava newroz e. Hêla din Qamişlo Li dora agirên xweş Dikeniyan rûyên geş Biçûk û mezin milmilî Bi govend û t...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Bi Te Ketim

✒ Receb Dildar

Dê û bavê xwe Nexweş û saxên xwe Min tev berdan Bi te ketim Soz û sondan Heval û dostan Min tev berdan Bi te ketim Ev dinya pir şêrîn Kêf û zewka zêrîn Min tev berdan Bi te ketim Navzirav û çavbelekan Devliken ...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Bayê Evînê

✒ Receb Dildar

Bayê evînê derd û kul e bi ser min de payîz hanî Pelê`m carek ji min weşand li ber lingên yarê danî Evîn bixwe êş û jan e, herdu çavê`m kirye kanî Dilê`m ji nav sînga`m derxist li ber lingên yarê danî Bayê evîn...
Şiiri Oku →