Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
EDEBİYAT ARŞİVİ

Şiirler

Duygulara dokunan şiirleri ve şairleri keşfet.

KATEGORİLER

Şiir Kategorileri

38 kategori
ŞİİR ARŞİVİ

En Yeni Şiirler

2.586 kayıt
✒
Helbest

Strana Dilan

✒ Kamiran Alî Bedirxan

Lêvên te du pêt in çavên te stêr Diranên te mirarî Dilê te dêr Ava bi ronahî Wek Zerdeşt î Dinê û ezman î Mêrg û deşt î Sor î rohelat î Deng û nay î Buhar û blûr î Brûsk û ba yî Porên te zêr û zer Canê te zîv T...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Roja Nû

✒ Kamiran Alî Bedirxan

Kî qasî me dilhişk e û dilnerim Kî qasî me sar e weke me gerim Mal, mendal, bûk, zaro, jin nema kes Bawerî, tol, kîn û şor mane, bes Xwe dîl nexwest, hêsin afirand Destê me bi xincer û şûr şidand şerê me sor e,...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Revandin

✒ Kamiran Alî Bedirxan

Zerdelper e, bergehê çavan de, roj vemirî Guleke sor di nav av û ezmanan de mirî Dema hevîn û ramûsanê! ! Ji bo dilketiyan Her gotin dibe şêrîntir ne kul dimîne ne jan Delal dikene, stêr dikenin û sura êvar Sar...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Pehîz

✒ Kamiran Alî Bedirxan

Pehîz e dil pehîz e Dinê tarî bi zîze Pelên daran girîn in Cendekên wan birîn in Gul ne xwîne bi xwîn e Wek birîna hevîn e Pelên daran li deştê Qey eskerên şiketê-î Ezman reş e bi ewr e Dinê herî bi cewr e Koçe...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Meşheda Ibretê

✒ Kamiran Alî Bedirxan

`şêx Evdirehmanê Garisî çû rehmetê` Melayê min û şêxe min melayê erdê Kurdistan şehîdê erd û ezmanî Gozge û Botan Ji bo milet ji bo kurdan; fidabûyî, tu qurbanî şehîdê eşq û îmanê, şehîdê rizm û mêranî Welatê t...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Ma Çiman Diçî

✒ Kamiran Alî Bedirxan

`Ji Ekrem Beg re` Dilketî me, dîl im ez, dotmîr û fermandarî tu! Sal û hîv herdem tu î, hem rovejîn hem rohilat, Dîl im ez, dîla welatî; ez jî qurbana te me, Gewre ye hêvîn û jîn, lê gewretir al û welat!.. Hawa...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Lalelav

✒ Kamiran Alî Bedirxan

Xwedan malî, xwedan perde Cihê te geş, hemî erd e Bi awazî, tena denga Te xuliqandî, te kir ava Tu hem derdî, tu hem darû Te kir meh ro te kir şev ro Te naxafa, te naxurde Tu davêjî dilan perde Ya reb tu heyî, ...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Kurdistan

✒ Kamiran Alî Bedirxan

Êvar e Pir sar e çol e, gir û çiyan bê dar in Tarî ye Zarî ye Bê te dil û can birîndar in Welat e şewat e Hêstirên min dikevin; çem e Dîlê min Dilê min Êdî were delalê! dem e Mamiz î Bi saz î Kaniya stêr bû dil...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Kulîlkên Ezêb

✒ Kamiran Alî Bedirxan

Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê Hevîna te kûr e, hêviya dinê Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb çavên te ên zelal; kulîlkên ezêb Maça şêrîn; ko lêva te bi min da Ez birîndar kirim û bi min ve da çira dişew...
Şiiri Oku →
✒
Helbest

Hotvîn

✒ Kamiran Alî Bedirxan

Rûyê te çeleng e lêvên te gulreng çavên te stran in lê, bê gotin û deng çermê te spêde ye binê wî de tav Lamên te rohelat spehî yî bê nav Lêva te sûlava maç û ramûsan Bi sînga te dilê min çiqas kamiran Buhara e...
Şiiri Oku →